November 29, 2014

Konê Reş
Kobanê! (Va hatin pêşmergên me..)
Va hêzên tarî bi paş de vedigerin
Kurdistanî ji serok Barzanî re li çepan didin û dilîlînin
Sînor xwe ji ber rêkxistinên me dide alî..
Bi tenê rizgarîkirina te armanca me ye..

Kobanê! Sibe ku ez berê xwe bidim oxirê Ez ê te bi xwe re di gelek balfirgehan re derbas bikim,Te ji ber çavê çeteyan…

Ronî ELÎ

Rojekê …
Piştî ku dilopên xwînê
Bi lehiyên Baranê re
Têkel bibin
Û di buxçeya zimanên Bê “Lîwan” de

Vir û vût
Ziwa bibin
Wê hîngê
Dikanim kosteka zimanê xwe
Vekim
Da bêjim
Te ez xapandim

Rojekê …
Li bin Sîbera girnijîngên mirinê
Helbesta çavên tê
Di nameyên me de
Wê dîwarê sozan
Bi ser
karwanê bazirganan de
Li ber deriyê Bihişta “Piştxûzan”
Hilweşîne
Lê wê rojê
Nema zengilê xewnên me
Êdî dengvedide

Rojekê …
Piştî ku…