November 21, 2014

Qado Şêrîn

Balkêş e ku tim û tim serokên partiyan li her deverê amade bin.
Nimûne gelek in, her du rêkeftinên Hewlêrê, û li dawî rêkeftina Duhokê wek nimûne. Ta di civînên ENKS de jî tim serokên partiyan amade dibin, neku endam in din, rewşenbîr an jî nûner in din ji aliyê partiyan ve amade dibin. Ango…

Kerîma Reşko

Min da ser riya penaberiyê lo welato
Winda bûm ,
Nizanim ev daristan in
yan goristan in
Laşê min şîn bû ye
Ji sermaya xwîna dijmin sermtir e .

Min da ser riya penaberiyê
Min xatir ji te nexwest
Welatoooo
Neynûk û goşt parçe nabin
Ez û te jî, parçe nabin .
Germa hembêza te
Ji bîr nabe
Rondikên…

Suad Hisên
Gokê Gokê Wa gilokê
Tê û diçe
Li ber piyokê
Here were
Li min vegere
Tu ji min re
Xweş leystokê

Gokê Gokê
Wa gilokê
Tê û diçe
Li ber piyokê
Ta tavêjim
Li pey te gêjim
Lê hiz te dikim
Hertim Gokê

Gokê Gokê
Wa gilokê
Tê û diçe
Li ber piyokê.
—————-
Helbestek Zarokan
Suad Hisên, Nisêbîn