October 2014

Konê Reş



Welatê Me! Tu ye bûka Binxetê

Bişopîne tevgerê xet bi xetê

Tu yî dengê bizav û çalakiyan

Çak û xerab, biweşîne li her ciyan

Serxwext bike kurdan ji çar aliyan

Bi xap û fen û finasê roviyan..

Konê Reş, Qamişlo, 06.10.2014

Daxuyanî

Ji bo hemû nivîskar, rewşenbîr,
navend û saziyên rewşenbîrî yên kurd li hundir û li derveyî welêt re.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
kêfxweş e we agahdar bike, ku wê kongirê xwe yî yekemîn li bajarê Qamişlo roja
10-10-2014-an li darbixe.

Ji bo têkiliyê:

Êmêl: dilawerzengi@nefel.com

arheb@outlook.sa

Telefon: 00905438402181

00905386072825

Qamişlo 27-9-2014

Komîta
Amadekar


Ya
kongirê (Y.N.K-S)


Nizar yosif

Potîn zer vane ha

Rengên azadî

Bangên kurdayetî

Ji herêmên sênckirî

Giyanên gewdeyê mirî

Mizgîna rizgariyê

Ji koşeyên tengav

Delîvên lewaz

Ji xêzaniya welatê
sêwî

Pijiqandina şirikên
xwînê

Temisandina sedsalên bûrîn

Qîrîn û giriyê
mereqvanên porspî

Ǜ bûyerên dayîkên
dilşikestî

Gurên birçî

Ruhên genî

Hilweşandin

Talankirina sedê
gundan

Koçberkirina hezarê
malan

Ji teriqandina gundiyên belengaz

Ji çîk û hingavtinê
birînin esîran

Serjêkirina dîlên birîndar

Tovê mêranî

Hate der

Ji kalînin zarokan

Bê çareya janên
karker û gundiyan

Potînzerin ha

Singrûtên demê hostayên
dîrokê

Di malin lewatê…

Pirtûka waneyên rêzimanê Kurmancî ya mamoste û lêkolînerê zimanê kurdî Nezîr Ocek ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê.
Nivîskarê pirtûkê ev zêdetirî danzdeh salan e dersên ziman û wêjeya kurdî dide. Bi tecrûbeya dersdayîna danzdeh salan ev berhem derketiye holê.
Nivîskar berhem li gorî dersdayînê, bi qayîdeyeke pir hêsan amade…

Deham Ebdulfettah

Hevoka Navdarî , Gelo Di Zimanê Kurdî de Heye ?!

Ji mêj ve ev pirsa giring û balkêş di serê min de digeriya : Gelo hevoka navdar di zimanê Kurdî de heye yan na ?!
Gelek şarezayên zimanê Kurdî , berî min jî ev pirs ji xwe kirine û her yekî ji…