October 29, 2014

Merwan Berekat
Xewnan…
şemaq li ser çavên şevê xistin
pertewan silv daye.
Nîgaş….
bûn peyrewên
sîmfoniya bilûrên payîbûnê

Elendê sozek da
hîn…
rengê kenê sibehê
ne diyar e.
Sing …
di sîngê demê de
hatine daçikandin
hêdî… hêdî
reng dikenin
yektej e..
ne çartejî ye
tevna me.
Roj …
bûne wek deşteke
ji bermayên gênim têr
û…
li refên çûkên birçî dipên.
Li dervî sînoran..
hêvî..
dî berîkên…