October 26, 2014

Nizar Yosif

Di berbanga tirsê re
Sahwa rûreşan
bihna mûyên kevilan
Gurmîna birûskên hovîtiyê

Hêlîn lerizîn
Kerpîçên starê hilweşandin
Rê li pêşiya xoşviyan berze bîn
Şabîna hevdîtinê xatir xwest
Sirê şaxên xwe berdan
Nalînên piçûkan çadir vegirtin
Hawarên bêzaran bê çare xetimîn
Hîviyên kaziyan di paş de nîvişkan bîn
Ciwanmêran di kozikan de malxwêtî li xwe girtin
Dengvedan bî bersiva xwedanan
Feryadên bêy waran
Hewldana vemirandina agirê…