October 5, 2014

Daxuyanî

Ji bo hemû nivîskar, rewşenbîr,
navend û saziyên rewşenbîrî yên kurd li hundir û li derveyî welêt re.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
kêfxweş e we agahdar bike, ku wê kongirê xwe yî yekemîn li bajarê Qamişlo roja
10-10-2014-an li darbixe.

Ji bo têkiliyê:

Êmêl: dilawerzengi@nefel.com

arheb@outlook.sa

Telefon: 00905438402181

00905386072825

Qamişlo 27-9-2014

Komîta
Amadekar


Ya
kongirê (Y.N.K-S)


Nizar yosif

Potîn zer vane ha

Rengên azadî

Bangên kurdayetî

Ji herêmên sênckirî

Giyanên gewdeyê mirî

Mizgîna rizgariyê

Ji koşeyên tengav

Delîvên lewaz

Ji xêzaniya welatê
sêwî

Pijiqandina şirikên
xwînê

Temisandina sedsalên bûrîn

Qîrîn û giriyê
mereqvanên porspî

Ǜ bûyerên dayîkên
dilşikestî

Gurên birçî

Ruhên genî

Hilweşandin

Talankirina sedê
gundan

Koçberkirina hezarê
malan

Ji teriqandina gundiyên belengaz

Ji çîk û hingavtinê
birînin esîran

Serjêkirina dîlên birîndar

Tovê mêranî

Hate der

Ji kalînin zarokan

Bê çareya janên
karker û gundiyan

Potînzerin ha

Singrûtên demê hostayên
dîrokê

Di malin lewatê…