September 23, 2014

Lewend
Dalînî




Zivista
bûrî, çi bi serme, seqem û reşî bû?

Çelpe çelp û
nirçe nirça dilopan,

Kêfxweșîya mêhtina
șîrê zarokekî,

Reht dikir?!

Şewqa
lempeya gazê,

Herdû çavên
wî hembêz kiribû,

Û di melûlî
yê de,

Xilmaș mabû………

Vîze Vîza
bayê,

Ewr gur kiribûn,
û weke tîrêjan, baran ê

Banê xanîyan
û rûkê xakê şoreşa xwe têde,

Vala dikir????.

Ewr û tav
diketin cengê de

Ne ewr ji a
xwe dihate xwar, û ne

Tav jî serê
xwe jêre datanî,

Herdûwan di
wê cengewazî…

Dilawerê
Zengî




Li kobanê
birîndar im

Dikim gazî bi
hawar im

Li kurdên mêr xwedî rûmet

Hilînin tor
li binbar im

Ji kobanê ji
vî şarî

Penaber bûm
ji bêçarî

Nema min kes ne ap û met

Ne dê û bav
ne dost yarî

Ji ber Daiş divê
yek bin

Xwedî rûmet
bi hêz çek bin

Li hember wan neyarên çet

Wekî arê bi
dan şek bin

Welatê min
cihê mêran

Cihê gernas û
tev şêran

Nema bêpişt nema binxet

Bi hêza van
ciwanmêran.