September 14, 2014

Nizar Yosif

Kelên janên me li dîrokê di pijiqin
Pirîskan li asîmanên aza di nivîsin
Cotkariya zeviyên welatekî
Cotkarê alîkarî berdayî
Xweziyan dixwn (xelexozkên zuha
Û birînên derman reviyayîn)

Yekane doz verêj nabe
Rê di xetimin
Amûretên parêzvanan
Di astengiyên demê de li hev nakin
Di gurikbûna êgir de dîlan vediqetin
Xwîn li ziyanan di barin
Bi tazîbûna peykerê sitemê …