July 13, 2014

Mehmûd Badilî

Çûkên li ser riwê te yî berberokî
awirên min yên derbeder
nikil dikin.

Kûzê bêhrîkirinê derizî ye
shewata hêsirên min
bi ser xilmashiya kulîlkên
rêrexan de dilop dike

Destê min ji min ketin
ji hilgirtina firishteyan
û avjeniya di bin baranê de

Ez ne çiya me
berfê li ser dilê xwe kedî bikim
Ez ne bîr im
henaseya avê di kûrbûna xwe de
biçikînim
Ez helbestvanekî tim
li ber xwe…

Mihemedê Seyid Husên

Îro-roj şênewarên bajêr bêdeng rawestiyane, bi giştî li ser tapanan hoşyar û rahênan mane, bîneriya xwe bo hevgariyên dîrokê li ser yadiyên berbatê ta biderzî vedikin, rencewarekî bê tebate, bo niştecî goristan û bobelate, bi giştî warekî sawgirtiye, seraqet metirsîn pelemarî giyanê hemwelatiyan dibî, resenwarekî xweş yadîgare, kiloxên lawên bavan, hestiyên…

Konê Reş

Diyare ku di rojek mîna îro de (13.07.2014), ji berî 25 salan Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Viyenayê bi destê ajanên rêjîna Îranî hatiye terorkirin û bûye şehîdê Kurdistanê.. Wek wefadarî ji bîranîna wî re, me jî Îro, li bajarê Qamişlo, katjimêr 10,30 li Navenda Aso a rewşenbîrî semînerek bîranînî ji bo bîranîna wî…

Weşanên Ar berhemên Rezoyê Osê bi alîkariya Komeleya Ramyarî ya Swêdî-Kurdî, 12 Adarê (Svensk kurdisk ideell förening 12:e Mars), nîsana 2014 li Stenbolê pêkaniye.
Mamostayê me Rezo yek ji wan rewşenbîran bû ku …bêdeng xebata xwe dikir. Ji xwe bêdengiya wî jî, giraniyek didayê û ev giranî di xebata wî ya di warê pirsa neteweyî de…

Bi helkeftina derbasbûna 25 salan di ser terorkirina Şehîdê Kurdistanê Dr. Ebdulrehman Qasimlo re, wê Navenda Aso a Rewşenbîrî li bajarê Qamişlo di roja 13.07.2014an de, semînerekê lidarxîne. Semînervan mamoste Derwêşê Xalib e, yê ku yek ji dostên wî bû û çend sal pêre li Pragê derbas kirine.
Cih: Navenda Aso, roj: 13.07.2014, katjimêr: 10,30
Bi hatina…