May 2, 2014

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Xwarin…
silavan li zikê westayî nakê
Hoşînî…
li gemiya xeman siwar nabê

Rondik…
Dilopên xwe yên dijwar di çavên
Bê hêviyê de diçînin û metirsiya xwe ji
bawermendiyê re eşkere dike.
Nizanim:
Çimaçav û gavên min ji
Şopandina gemiya
Bê ojdaniya nexêrxwazan tobe nakin?
Neynik a kesayetiya min!
Ezjiyanabêgiyanqebûlnakim, û
Mirina bê jiyan jî
ez qebûlnakim
lewra pêwîst e
tu min fêrîrê û pêkên van herdû
rengên jiyanê
bikî:
Jiyana bi…

MISLIM ŞÊX HESEN

Bese rabin lawê kurdan
Şiyar bibin ji xewagiran
Sêrbikin li xwaka kurdan
Sal derbas bûn bihezaran

Cima tu mayî li bindestan
Kar û barê we giran
Dijmin neyar li Kurdistan
Agir berdan bax û bistan
Sêwî kirin zariyên kurdan
Kurd xapandin bi misliman
Bê parkirin ji herdu dinyan
Bawer mekin tu caran
Maf bimînin li bindestan
Rojên pêşiyê yên kurdan
Hêvî û armanc Kurdistan