March 20, 2014

Konê Reş

Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê

Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Rojên kevin hilatin
Rojin nû taze hatin

Rengê zemîn guherî
Şa bûn, şivan û kerî

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene

Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Dibe dema…

Mizgîn Hesko

Ji hezarê salan û li Irana kevin cejn yan jî roja Mihrecan dihate pîrozkirin.
Mihrecan= Mihr- Xwedawend e—navê rojê ye ku di roja 16 ê mihr de li cîhanê tête xuyakirin .
Mihr wiha ji Mîrekun- Mîrecan dihate binavkirin
Biherhalî ta niha jî hin ji bawermendên ola Zardeştî nirxekî buha û herî pîroz didin tîrêjên…