March 12, 2014

Mihemedê Seyid Husên

Her sibeh hest dibim ku şarê Qamişlo di nêv seqa û mercên taristanê de, li ber gurra baroveyên kîndar kêlekê ji keçkaniya xwe wenda dikî, reqreqa cezmeyên zînatkaran li kolanên wê, li gel kurtepista felaket û berbatên kesanedî, zergernejîna guranxaneyê bi kîna tundutûjiyê bêhna wê çikandine, bi kerafiya jehra maran temenê wê yê…

Diyarî ji helbestvanê Kurd Taha Xelîl (Bavê Helebçe) re

Konê Reş

Adarê!
Dêmê Qamişlo
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare

Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre.. Û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji şewatê bi parêzin..!
Adarê!
Di sibehên te…

Tengezarê Marînî

Ez vê helbestê bi boneya bîrhatina 12 Avdarê, serhildana rojavayê Kurdistanê, diyarî hemî shehîdên serhildanê û shehîdên berê û yên îro, ku di buyera teqîna terorîstane de, ya diltezîne ya Qamishlo de giyanê wan çû asîmanan. Her bi vê boneyê spasî hunermed Shîraz Çeto dikim, ku bi karê pêkanîna huneriya wê rabû. Bila giyanê…

Kerîma Reşko

Helebça
zarokatiya te tê bîra min
Kenê te, buhar li ber dipişkivî
Mîna ferîşteyan bû tenikiya dilê te
Mîna stêrkên çurustî, hinarkên ruyê te bûn.

Çavên te yî mezin mîna şitlên kurdistanê
Gelo çawa dikarîbûn ferîşte kuştin?
Dîsan, Helebça hat kuştin
Digrîm, Cîhan ez digrîm
Çawa Cîhan tê kuştin?
Yê tu dayî kuştin , ew hov in
Ew nemirov…