March 1, 2014

Konê Reş

Çendî tu ji xwe bawer bû, ji miletê xwe piştrast bû..
Dema te kelek berda nav deryaya kul û xeman..
Ey serokê welat, welatiyê serok..
Barzaniyê nemir!
Zindiyê her dem û warî, birêzê wate û şirovekirinê..

Asoyê dûr û dirêj, dengê birûsk û tavan, hêviya mişextî û penaberên ku, çavnêrên sibehên welat in, silav, silav…