November 2013

Konê Reş

Sebaretî çûn û vegera me a nivîskar û rewşenbîrên rojava bo beşdariyê di (Rojên Edebiyata Kurdî de li Duhokê/ Bakur- Rojava) de, dikarim bibêjim; berî çûna me a ser sînor, mamoste Hasan Silevanî serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ez agahdar kiribûm derbarî rêka çûnê, ku bi tenê du rêk li pêşiya me…

Kerîma Reşko

hevalê min
çend gotin belavbûne
navê te û wêneyên te
dibêjin mirinê karîbû bi te
raste hevalo?

lê ez dibêjim na
ez bawernakim
mirin çawa karîbû bi te
şewata Amûdê nikarîbû bi te
îro çawa mirin karîbû bi te
çavê xwe veke
bersiva min bide
Hesen
Amûdê hîn dişewite

mal nexerabo
te mirin bikuşta
bi kenê xwe
bi gotinên xwe

te avêtiba mala min
bera biba mihvanê dilê min
lê nebiriba canê te
ka çawa…