November 21, 2013

Mihemed Hesko

Evîn -(1)

Her ku kulilkên hêviyên xwe
di bin asîmanê te de koçberdikim.
Her ku can, hiş û hestên xwe
Li ser rûbera te belavdikim.
Yekîtiya dil û canê xwe pêktînim?

******

Evîn -(2)

Tu ne canî…
Ne dilî…
Ne bayî!…
Hêjî…hêjî, nikarim sebakê
Yan çirkeyekê, bê te bijîm?

******

Evîn – (3)

Tu him textî, him bextî,
Dojehî yan biheştî.
Em bi destên xwe avadikin?

******

Evîn …

Fedwa Derwiş

Ew ji ber şer, perîşanî, zilm û ne aramiya welatê xwe reviya ne. Ji ber ku nemadikarin birûmet jiyana xwe berdewambikin, wan berê xwe dane sînoran û bi hêviya ku zarokên xwe biparêzin, berve hinek welatên ne diyar ҫûne, . Weha jî, ew bûn e “penaber”.

Şerê Sûriyê bûye sedema koҫberiya hejmareke mezin ji…