September 10, 2013

Di derbarê pêvajoya Sûriye ku yek ji mijarên di civîna Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Holanda bû, kû şevê dî çêbû, Serok Barzanî ragihand ku ewê ji bo Herêma Kurdistanê cihê girîngiyê ye eweye ku pêwîste paşaroja Sûriye bikevê destê yedekeke demokratî û her wiha li Sûriye û paşarojê de mafên gelê Kurd berçav bigre…

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Ez nema terîşan
bi dara xwezeyan ve
dialînim
Nema ez kirasê mirada
li bejna xwe dikim

Ez li dora guristana
nema dizîvirim û
li ber serê weliyan rondikan
nema dibarînim
Nema ez pêxwas diçim
“Amûjgeha omêdan”
Tenê, ezê tirhikan
bi dara vên û xebatê ve
xurtir bikim û
kulîlkên erezoyê
di paxila razanê de
hişyar bikim û
ji kaniya evîniyê
ezê çend bêjeyan
hilbijêrim û ezê bibêjim:
-Bijî…