August 5, 2013

Kovara wêjeyî, ya ku xurû bi zimanê kurdî, zaravayê kurmancî, li Elmanyayê derdikeve gihişt ber destên xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de mijara sereke rêxistinên nivîskaran e. Nivîskarên kurd dîtin, têbînî û nirxandinên xwe yên di derbarê serboreyên avakirin û karûbarên rêxistinên nivîskarên kurd ji bo xwendevanên kovarê pêşkêşkirin. Nivîskarên Kurd ku ji her…

Konê Reş

Ha ho,
Kê gotiye stêr dimrin?!
Her û her li asmana diçirisin,
Ronahiya xwe
Bi ser welat de
Berdidin..

Di tariyê de,
Di rojên reş û teng de
Bêtir û bêtir xuya dikin..
Namirin, zindî ne
Û kî dibje;
Şêrko Bêkes miriye?!
Ji xwe re dibêje
Stêr namirin
Namirin,
Şêrko Bêkes zindî ye.

Ha ho!
Ma çiyayên Kurdistanê ji
Ji darên Beriwan
Xalî dibin?!
Tovê Nalî, Hacî Qadirê…

Konê Reş
Di roja 22.08 2013an de 40 sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûrî Dersimî re derbas dibe. Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964 an de, ev nivîs li ser kêla gora xwe nivîsand:
Dilbirînê Bi Nalîna Welat Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo Li ser vê…