May 2013

17.05.2013, Gihishtin û pêshwaziya mêvanan
-Birêz Shêxmûs Sefer bi rê dixe-
18.05.2013
-Birêvebirên civîna kongire Birêz Kakshar Oremar – Kurdî / Shêxmûs Sefer-Inglîzî-
08:00 – 10:00 tashtê û hevnaskirin
10:00 vekirina kongire
– Bixêrhatina beshdaran û vekirina kongire, serekê Navenda PENa Kurd, birêz Dr. Zerdesht Haco

– Xwendina silavnameya serekê PENa Navneteweyî, birêz Lucina Kathmann
– Axiftina serekê sharedariya…

Kerîma Reşko

Gote min
ji te hiz dikim
lê min behwer nekir
çima??
Nizanim

pişt a xwe da min
û hêdî hêdî
bê deng
ber ê xwe da
dar a evînê
û min di dil ê xwe de
ban kir
ey jiyana min
ji zimanê min
behwer neke
were dilê min veke
her piçek ji xwîn ê
nav ê te ye

Konê Reş

Eger UNESCO di roja di 17.11.1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” bijartibe û bi nav kiribe, yê me Kurdan, wek ku ji berî çend salan ve belav bûye roja 15 gulanê ye, û ev roj ji sala 2006’an vir ve tê pîrozkirin.
15 gulanê, ev roja ku…

Qamişlo-welatê me / roja îna çiwî 3.5.2013 di simînarekê de li navenda Silêman Adê ya rewşenbîrî, Helbestvan û nivîskar Mihemed Şêxo babetek li ser helbestvanê kurd siyahpûş di bin navnîşana (Rûpelek ronîdayî ji dîroka wêjeya Kurdî .. Siyahpûş (wek nimûne)) pêşkêşkir. Simînar ya kû bi xuleyek bêdeng destpêkir, birek ji nivîskar, helbestvan û rewşenbîr lê…

Beyar Robarî

Mîrê Bedirxan
Kesê zane û şagirtê Ehmedê Xan
Dibistana çand û zimanê me kurdan

Mîrê Bedirxan
Şahmîrê hemû mîran
Ciyê şanazî û serbilindiya tevî kurdan

Mîrê Bedirxan
Danerê elfbeya me ya ciwan
Û rêzimana zimanê kurdî, dilovan
Sazdarê rojnama: Kurdistan

Mîrên Bedirxan
Celadet, Kemîran, Rewşen
Şêr û pilingên qad û meydan kurdan
Mîrşîna çand û hûnerê bûn, malbeta van camêran
Her xweş û geş…

Lazgîn dêrûnî

Wek di bêjin kû dinya dolabe û di zîvirê carna mirov bindikevê û carna serdikevê .di çerxê 20an de dolab li gelê kurd zîvirî û bin ket ,lê ewjî bi van sedeman bû:
1)piştî cenga cîhanê ya yekemîn û herivandina dewleta osmanî û avakirina dewleteke Turkî zanyarî (netewî)sala 1925 bi destê Kemal Etaturk kû…

Lewend Dalînî

Di dîmahîka rêwingîya Osê, û di ger û tevgera wîde. Ji nûve ramanekê di nêv damarên mejîyê wîde tevgerek kir. Bi gelek rengan, weke gelek bûyeran tevilî hev dibûn!.
Ji wan:
Kulîlkên bûharê, û bare bara Berxa, Bêrîvan û rengînê Cila, Dahol û Zirne, Aş û Arvan, Gelî û Zinar, Zarok û leystika xar…

Konê Reş

Di sala 1847an de, Mîr Bedirxanê Azîzî li Stenbolê, di sirgunê de, tev zarok û neviyên xwe li dor xwe civandin, komkirin û ji wan re got:
(..Ez di tirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin û ku we ziman jibîr kir, hûnê welatê Botan jibîr bikin. Tiştê ku…

Konê Reş

Di roja 26.04.2013an de, me li Hola Mîr Celadet Bedirxan, a Partiya Çepa Demokratî Kurdî li Sûriyê, bajarê Qamişlo, 120 saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan pêk anî. Di destpêkê de, piştî xuleyek bê deng û xwendina sirûda netewî kurdî (Ey Reqîb), Winda Şêxo birêvebera bîranînê pênasînek balpêş derbarî malbata Bedirxaniyan û bi taybetî mîr…