April 21, 2013

Konê Reş

Ho bajarê Qamişlo.. Xelkên Qamişlo.. Bihara Qamişlo.. Azadiya Qamişlo..! Sibe 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 115 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..
Bajarê Qamişlo! Were em di vê azadiyê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin…..

Berî 115 salan, mina vê roja pîroz, 22ê meha Nîsana 1898an, di dîroka gelê me yê Kurd a nûjen de, yekemîn car, Miqdad Midhetê Bedirxan, layê Mîrê Botanê, rojnameye keduheftane bi navê“KURDISTAN”, zimanê Kurdî û tîpên Erebî li paytexta Misrê weşandiye.
Bi deranîna vê rojnameyê, mîrê me yê gewre, xwestiye ji hemû gelên cîhanê re…