March 16, 2013

Ehmed Mustefa

Bi kuştinê nabin xelas
Hêsrên xwînê çavan guvaşt
Xûnav hew tê ji asîman
Gul û nêrgiz nabişkivin

Hêvî kuştin, ziman jî lal
Cîger heland, dil kul kirin
Zarok kuştin man bê nefes
Hembêz vala man bê Dergûş
Felek xayîna bextireş
Roja me reş tarî kirin
Helbeçe kir Hîroşîma
Pênc Hezar Kurd, Qetil kirin

15.03.2013 Saet: 22:22

Zahid Mehmûd

Bahoze bahoz
li ser Ava kaniya me
Lîstike
Berfe barane
baroze

Sermaye seqeme
qefale
Mije ma dûmane
wêrane
gume gume dîse
qêrîne
Azmanek bê rewşe
bê ringe
bê rûwe reşe
bê vîne
bi êşe waye
Bi jane
dinalîne xemgîne
ne şîne
– – –
Birano hevalno
ka werin
bêjin
Ma eve çi
toze
ev çi birin û
anîne
Kê biserxstiye
gihandiye
kîjan neyarî
belavkir
Ji kîja…