March 14, 2013

Nûman Axîn

Zivistan çû
careke din dem bû buhar

bi rengê kulîlkan
hat neqşandin çiya û zozan

Diherikê ava zelal her dem
li nav çiya ji kanî û robar

Heyva avdarê hat bi rengê buharê

cejna welatê min bûye newroz


21 ê avdarê
agirê newrozê vêxim

li deşt û zozanan

li nav gund û bajaran

Bilind bikim va rojê

li tevayî cîhan

Newroz
Newroz xebate

newroz coşe

newroz şer û serhildane

li girtîgeha lêdan, kuştin…

Kerîma reşko

xwezî ez niha li welat ba ma
ey xelkîno
min destê dayikên pakrewanan
mac bikra
û min histrên wa
bi gulên keske sor bişande ezman
min bigota

eyyyyyy Xwedayê mezin û dilovan
bişîne ji me re rojên şahî
bese perîşanî
Qamişloka min westiya
xwîn di Çeman de rijiya
êdî bese Xwedayê min

canê min bike qurban
tene ji bo azadiya welatê min
xwezî ez li welatê xwe ba…