September 15, 2012

Eziz Xemcivîn

Bi xemgînî û éş ev péşwaziya dilé me ji miriné re ye…
Ev 61 rondikén xwîné ne…
Çipikén xwinavé li ser pelgén jîné ne…
Ji deryayeke bébext hatine…
Ji éşé heta bi éşé Kurd in…
Ji miriné heta bi miriné dîsa Kurd in…

Mirineke déw e,
enfala avé ye
babel
îska serdemé ye…
Rijandina tîpén mirovantiyé ye…
Termén perperîkén Xwedé ne…
Alén firiştî di hilma avé de…