June 5, 2012

Dr. Ebdul Hekîm Beşar
Şoreşa Sûriyê derbasî heyva xwe ya (15) an bû û tevî giranî û mezinbûna qurbaniyan, ku jimara şehîdan ser (10) hezar şehîdan ket ye û herweha bi dehên hezarên girtiyan û pêre jî wêrana aborî. û tevî pêdariya şoreşgeran û berxwedana wan hê rijêma Sûriyê serdeste li ser piraniya xaka Sûriyê…

Mehmûd Bdilî

Dema te xwestin..
zeytûnên çavên te
bi nivişkê sibehan ve
daliqiyan

dema ristin tiliyên te
bayê xwîna te rapelikî hîrehîra kolanê
li ber notika pêngavên te
nasnameyê beravêt
û roka di paxila te de
dilê asoyê nikil dikir
xweska min zanîba keçê
çend mêrkuj di nav porê te de razayîne
xweska min naskiriba lêlê
çend zarokên şîrkuştî
di serxweşiya çiçikên te de
sûka bajarê giyan talan kirine.
5/6/2012

Mihemed Ebdê

Wek em dizanin despêka şoreşên buhera Erebî ji kur dest pêkirbûn û ta bi kur, û her yek ji wan bi çi şêweyî bidawî bû?, Û piştgirîya dewletên cîhanê bi wan şoreşan re, ta ku ew şoreş bi ser ketin.
Lê mixabin!Îro em werin li ser rewşa şoreşa Sûrîyê bi axivin ta bi…

Qadir Egîd
Ferhengoka Bê Wate:
Di her pirtûkê de peyvine nû derbas dibin, û ji bo xwendevan di şîrovekirina van peyvên nû de nekeve şaşiyê de, her nivîser van gotinên ku hest dibe nû û biyan in, bi rengekî hêsan şîrove dike û wateya ku xwestiye bigihîne xwendevanê xwe dide xuyakirin.

Lê di pirtûka nav destê me de,…