May 4, 2012

Nizar Yosif
Li ser rêka tavê dişopînim
Rêncbertiya liqata melw yên
Li jor girêdayîn
û nêçîra nêrkûviyan
Ling çaroxan ranagirin
Kolan….kolan
Li hîviyên rojê digerim
Nava warên wêrankirî
Neperûşkên lepên hovan

Dipirsim ?
Ji pariyê destên sêwiyan
hizretkêşên maçê lêvên baban
Nîgaş dikim
Kevir û darên çiyan
Di hembêza xwe de
Laşên bê kifin veşartin e
Saloxvanan digerim
Bê çare,,,
Bi çavên sist û mest
Li biskên giyayê…