December 1, 2011


Zoryar Tehlo

Bi ku de
ey xewna bê sînor
Ma tu ne westiya
ji lêgerînê
Te min kiriye
mîna çerxa felekê
Geh li jor
û geh li jêr

Tê bîra te
ew xewnên piçûk
Yên li hewşa kevin
li bin dara tûyê
Gava em zarok bûn
raborînên min dibişkivîn
Ew qonaxa gerdenaz
wan leystikên
li bin siya darê
Axaftinên bê guneh
Yên ku bi tîrêja
rojê re digirnijîn
Dîmena pela payizê
ya li pişt pencerê
bi çilapekên baranê…