October 4, 2011

Heybet MAMO

Li bayê bezê… li rêya hêviyan…
gotinek dest vekirî dibin siha

xewnekê de tîpên xwe cihê kirin
Dem rast li havîngeha kêfxweşiyekê bala min kişand
Ewê gavê çend pirsên nediyar çavdêrî tirsahiya min bûn
hawîrdorî mêyîtiya min guneh barandin
Bi kuve !?
hey navmaliyê bajarê virokeyan ….
li ser pira qederê
hêviyên westiyayî bi tengala…