April 3, 2011

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

1.
Vê sibehê,
min pencereyên xemgîn ên dilê xwe
Li ber pêlên gulava te vekirin,
Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin,
Min dînbûn û dilbijîna xwe pêşkêşî çurisîna xunava lêvên te kirin,
Min Mem û Zînê, Ferhad û Şêrînê, ji behişta eşqê derkirin,
Û min hemî xewnên xwe di rûbarên gerdena te de werkirin.

2.
Vê sibehê…

Nivîskarê Kurd ê Sûriyeyê Hoşeng Osê ku beriya demekê ji ber zext û zora rejîmê neçar ma derkeve derveyî welat rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxand. Osê da zanîn ku şirîk û dostê herî mezin ê Lîderê Sûriyeyê Beşar Esad ê niha Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan e û wiha pê de çû: “Pêşniyara Esad a…