March 13, 2011

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Destên te, li çolistana dilê min, pêşwaziya sirûdên tozê û pêşwaziya kajên goristanên nenas û pêşwaziya sîberên ji hesin ên birînan dikirin.
Hespên te yên birîndar, kolan bi kolan, govend bi govend, çîrok bi çîrok, di neynikên qederê de dibeziyan û di şewatên nêrgizan de wenda dibûn.

Tu ji dergûşa xwe ber bi xilwetgeha min ve…

Konê Reş

Qamişlo; ev bajarê ku bi veşartokan dagirtiye, gelek gernas û cegerdarên Kurd têre derbas bûne û mora xwe lê xistine.. Kesî- wek ku pêdiviye- li dor wan ne nivîsandiye û wiha di tariyê de mane, bûne ji veşartokên bajêrê Qamişlo.. Belê nivîsandin jî ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov…