February 23, 2011

Berzo Mehmûd

Di mijara gilobelîzmê de ezê bi şêweyekî sade û seresere û vekirî baxêvim dûrî têrim û kûratiya vê mijarê, nemaze di aliyê siyasî û abûrî û rewşenbîrî û gelek aliyên dîtir de. Ezê li ser hin tiştên xuya û berbiçav ji gilobelîzmê ku di riyekê ji riyan de kurdan û gelek miletên dîtir…

Hozan Girkundê

Bûye demek..
Di lerizim ji cemeda
Bê rîkirinê….
Gulîyaên tenahîyê
Dirêsim…

Li keştîya şevê
Siwara dibim…
Ji pêsîra bê dengîyê
Talîya jînê di mêjim…
Nîgaşên wêneyên te
Min davêjin asoyekî
Dûr….
Min di paxila peyvande
Wenda dike
Bi dil germî laşê min
Him bêz dike…
Mîna zevîyke tî
Xwe tev li dînbûna
Sînga teyî buharî dikim
Hestên teyî evînî bi nazdarî
Li çola dilê min
Di çêrin…
Evîn canê…
Bûe demek
Ez û tenahîyê
Landikê dûrîyê
Di lorînim…
Û qevdên kulîlkan
Li bejna helbestan
Dikim….
Bihna êvarên gundê xwe
Yên ko ji demek dirêj
Min bîn…