January 25, 2011


Sêvîn Şêx Ebdî
Temen : 12 sal

Ez naxwazim ku çavên xwe bigrim,
Ez ê li benda stêrikan bim ku wan bigrin
Ez ê li benda ewran bim ku min bibin nava ezmanan
Ez naxwazim ku rûpelên xwe belavkirî bibînim

Ez naxwazim ku ji pelên darên payîzî yên li erdê belavkirî re bistrêm
Ez dixwazim ku rêzên jiyanê li ser rûpelên xwe…

Mele Nûriyê Hesarî

Evîna welat! Gelekî ti zorî
Ez nadim welat, bi çerxê jorî

Bavê min jêre dibêjin Yûsiv
Navek şêrîne, wek dims û hingiv

Diya min bi min, gelkî biha ye
Navê wê Xanim, kîza Mela ye

Ez li Hesarê, çêbûm ji dê re
Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re

Şehra me Mêrdîn, li Kurdistanê
Tirk li wan dikin îro fermanê

Jîna min…

Konê Reş

Belê, îro (25.01.2011), me navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk winda kir.. Stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya.. Lê her wê navê wî, bibilndî di rêza helbestvanên Kurd de bê rojevê.. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleş, Rewî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewşenbîriya Kurdî…