November 1, 2010

Nisrîn Ehmed

1
Dem şaş bû.
Narvîn bû.
Li ser vê xaka dil ziwa…
evînek awarte peydabû.
Berûvajî çîrokên evîniyê…
Dawî despêk bû!.
Peywanên zikreşiyê, serî rakirin.
Ji serdemê ve, li bendî me ne.
Were…
Em demeke nû biaferînin.
Asoyeke li gorî baskên evîna xwe bilind bikin.

2
Evîn e…
Buhişt nameyeke di têlê telefonê re tê.
Ku tu bibûrî…
Buhar wê bi lez li…