October 8, 2010


Dilbirîn Halo

Şevê dî li Dêrsimê
Ez li navê xwe digeram
Min di bejna agirî de
Sema dikir ..

Ez gulek bûm di destên zarokên
Wanê da bibûm hêvî
Dayikên şehîda li benda min
Doayên jî dirêjiyê dixwestin
Ji xwedê
Bo kêşana azadîyê
Bi serbestî, bibînin .. ew bimînin
Mehmet, xewnên min û te
Jêk dûrin
Ez di eşqa amedê de
Yê aşiq bûyîm
Tu kekê min ..
Yê bi şeve dîskoyên
Sitenbolê…