June 18, 2010

Ezîz Xemcivîn

Gelî Kurdan!
Kurdên li Bakur, Rojava, Rojhilat… û hem yên ko li cîhanê belav bûne…
Eger hûn bixwazin zimanê kurdî biparêsin, strana kurdî bi zarokên xwe şêrîn bikin.
Strana kurdî, peyameke zindî digihîne hest û dilê mirov, bila hûn ji kartêkirina wê xayiz nebin!

Çendî strana me ketiye ber talankirinê,
çendî zimanê kurdî hatiye pişaftin û çendî…

Zinar Şêxmûs , Keça Xalê wî û Malbata wî sersaxiya kurê xalê xwe li Berlîn
Roja yekşemê 20.6.2010 Kat : 14,00 ta 20,00 pêktînin .
Cihê sersaxiyê :
Komelgeha Kurdên Sûrî li Berlin / Brandenburg
Trautenaustr. 5 , 10717 Berlin
U- Bahnhof Güntzelstraße (U9)
Telefona Komelê : +49(30) 64 49 30 66
Telefona Zinar (dest) : 0178 5219040

.


Ahîn Zozanî

Erê dayê weke îroj bû,
Li bin dara hinarê te berxikê xwe dilorand.
Min jî dergûşa wî dihejand.

Lê ne ev der bû,
ne ev mal bû,
û ne ev sal bû…
Lê va ye dîsan li bin dara hinarê,
Tu berxikê xwe dilorînî
Ez jî darbesta wî dihejinim.
Rondikên reben di zindana xemgîniya min de…