April 24, 2010

Lewend Dalînî

Dîmenê te,
Liser mercên dilê min
Koça xwe danî.
Û di meydana bêdengîyê de,
Awazê xwey evînî,
Kok kirin..

Tayê teyî nerm û xiloxavî,
Dihate ristin!
Û li bejna min,
Di hate pecan.

Ramanên min jî
Weke tayê te
Rengîn dibûn û,
Di tevzînokê,
Peravên te de,
Lebteke bê rawestan
Dijenîn!

Kenê te li ser lêvên min,
Di rawestîya;
Û,
Ziwabûn,
Bi têhnê
Rewa digirt!
Û hêwî dibû!

Germîya dilê te,
Cemeda axaftinê minî sar,
Dikuşt!,
Û memikên renga
Di hatin mêhtin,
Û şil…