Hoşeng OSÊ
Dûmana çixara te, siwaran peyadike…
Û porên te yên givjole, wan li pêlên mirinê siwardike.
Geh dibî nalîna bilûra şivaneke deşta Mêrdênê…
Geh dibî tava buharê, bi ser min de dibarî.
Xeydokê…
Mîna şervanan taxêvî.
Mîna kemanê, dikenî…
Û mîna gîtarê, min bi çixara xwe re dikêşî.
Ez karekê liber şîrim…
Hîna teze me.
Xeyda xwe ji ser xopanên dilê min vekêşe…
Giriyê min têrî…
Behîname
Dost û birayên hêja
Malabata mamosta Rizo Osê
Em bi agahdariya koçbûna mamosta Rizo pirr êşiyan, belê êş û xemgîniyeke pirr giran di dilê me de cih girt, mamosta Rizo di nav xelk û miletê xwe de xwedî navekî pir bi nirx û rûmet bû, di biwara ziman û wêjeya kurdî de bejneke bilind bû.
Bi rastî, koçbûna…
Bavê Nazê
Doh êvarî, dostê min yê ku heta-heta ez deyndarê wî me, ji me xeyidî û çû..Ew çû piştî êşeka dirêj û bê dawî…
Ji xwe, di vê dawiyê de, Rezo êşek li ser êşa ku her dem pê re heval bû, zêde bû.
Êşa pêşî êşa milet û welatê wî bû û êşa…
Bo mamosteyê min Rezo
Keservedana kîjan sinorî ye, li nav xunava hizra te bû bayekî sor?
Kîjan xem di çavên şevê de, aleya şikestinê daneçikand?!
Kîjan xewn li ser derfeşa peyvê bêhiş ket?
Şev dubare dibin
Ez ji çavên Salar û Rewend xerîbiya xwe serhev dikim
Adar ji tiliyên te peyvên xwe rêsan
Bajar diloyeke gerok e, li hindava dukela dilê min
Dilê…
Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de…
Konê Reş
Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Roja 10.10.1950 li gundê Dekşûrî / Cizîrê-parêzgeha Hisiça, herêma Qamişlo, hatiye jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî/ gundê sînordaşê Dekşûrî/ kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistiye. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û …
Demhat Dêrikî
Diyarî bo cejna jinê!
Li vê rojê, dema tu ji dayîk bûyî
û te zend û bend bi xakê re, bi kedê re,
bi nepoşmaniya biryarê re, bi ayatên serhildêr re badan û te ber bi bilind qatan ve meşrûgişîkir,
rok ji te hilat û ji dilê tijkên te, ez bûm ez!
Niha di xuhdana vejîna te de,
di pêlên…
Weke ku tê zanîn ku, di 7 ê Adarê de li seranserê Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk tê.
Em baş dibînin ku, partîyên ereb û hikumeta İraqê, bi hin leyistikên qirêj astengîyan derdixînin pêşîya hilbijêrên kurd yên li derveyî welêt.
Eve bixwe dîyardeya tirs û nesamîmîyeta wan hêzên nijadperestan e. Loma jî…
Roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan…
Hoşeng OSÊ
1
Xwêhdangirtî, giyanbirçî, poşman û têkçûyî…
Ji kûrahiya tenahiyê, pêjna helbestvanekî, ber bi dojehekê ve, tê.
Kes nizanîbû bê ji kur tê…?!.
Ji kê re dikene û sînga xwe ji kê re vekiriye…?!.
Destnivîsa pirtûka xwe spart rewrewkê…
Wêneya xwe ya nîvşewitî li ber dergeha mirinê daleqand…
Û bê ku navê xwe li ser şevê binivîse…
Pişta xwe da awêneya…