March 10, 2010

Demhat Dêrikî

Diyarî bo şehîdên 12ê Adarê

Min tîpên navê te bi sirûdên stêrkên te û
bi awazên dozê li ser dilê xwe kola
û min hestên xwe bi şopa lingên zarokên kenbar, keçên evînxakê, xortên mafdozê û tilîliyên pîrên heftî salî pêça, adarê.

De ka were adarê dilê min veke,
li ser deşta dilê min bibe gerok, wê demê
tuyê bibînê…

Malbata gorbihişt Segvan Ebdulhekîm,
Kak Hesen Slevanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê
Hêjano!
Bi dilekî xemgîn me xebera koçkirina dawî a nivîskarê kurd Segvan Ebdulhekîm(1948-2010) bihîst, Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bihişta rengîn be..
Bi rastî, bi oxirkirina wî re, stêreke geş ji esmanê rewşenbîriya Kurd li Duhoka Badînan û Zaxoka Botan…

Evdile Koçer
evdilekoçer@yahoo.com

Dema ez xebera koçkirina dawî ya Rizoyê Osê(1950-2010) ji Konê Reş werdigirim, pelçimên xemgîniyê ji rihê min dadiweşin.
Ez ji xwe re dibêjim, ‘Mirin, mala te bişewite!’…
Û yekser berê xwe didim nav wan wêneyên ku min di serdana xwe ya berî du hefteyan de li Qamişloka rengîn pê re kişandibûn. Di serdana…

Hoşeng Osê

De bihejîn e… û bihejîn e…
Stûna konê demê bihejîne…
Dergûşa elendê, elenda peyvê, peyva baranê, barana adarê, adara evînê, evîna çiyê, çiyayê xewnan, xewnên welêt, welatê elendê, bi kenê xwe, di govnda pezkovî û xezalan de, de bihejîne.

Porên xwe berde kaniyê û destên xwe ji hechecîkan re bihejîn e.
Dengê tifinga te, hîna di gewriya Cûdî…

Hilbîn Muhemed Baqir

Birînên dareka stuxwar
Destanek ji ezel avda
Pê navkirin
Bi dînatiya min!

Di germatiya el ezrayê de
Telhên xwe havêtin
Gurz gurz
Di nav lîsê
Nehêniya miyatiyê dipêçandin
Sucde dibrîn bo pirtûkên Semawî
Min nema dît
Sal qulipî
Ji kevne sala par xwe daqutand
Salek nû ye
Serpêhatiyên bajarê dîna û
Ez jî dînek di awaza xwe de Bê dîn bûme
Di perstgeha pir siyaran
Pêngavek min hil neda
Qufil bûm
Ew…