February 25, 2010

Berî heftiyekê li bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê du welatiyên kurd hatin girtin. Li gor agahiyên ku malpera KurdWatch.org bi dest xistin, endamên hêzên Ewlekariya Dewletê gulfiroş Alan Ehmed Hisên (1984) û karmendê dikaneke kompûteran Munteser Ehmed Xelef (1977) roja 18ê şibata 2010ê girtin, ji ber wan tîpên kurdî bi kar anîbûn. Alan Ehmed…


Mizgîn Hesko

Bê guman, ji mêjve jina kurd sitran û helbesta shînê ristiyeÛ xweshmêrên binav û deng bi girî bi bîr aniyeDi shîna Bavê min de…..fermon ev sirûd.

Ev bû chend sal
Û ez di tora biyaniyê de werbûmBerbi payiza temen deDareke heshîn û zerbûmBûme helbestvaneke lalÛ ji ferhenga gotinê derbûm

Yabo…Dê kulîlkên SinceqêÛ endekoya CerehehêTe bi bîr bînin

Dê…

Azer Osê

Ezê li ber dergahê te xweda !
û yên ku te!
mîna xwe wan dayî,
bê guneh,
bê dudilî,
mîna Ezmanê te,
şipyayî rawestim
û
çîroka eşqa xwe,
rabûn û êşa xwe,
girî û kenê xwe
ji te, û ji wan re,
vegirî bibêjim.

……………………
Li pê te û wan
sitrana jîna xwe dibêjim
sitrana hatina xwe,
mîna, demsalên te
û salên gernejîna hezkiriyên te
dibêjjim.
……….
mîna…