February 24, 2010

Ehmedê Huseynî
ehmedêhuseynî@live.co.uk

Bo Leyla Zana, çima tu ew qasî dişibihî Kurdistanê?

I

Baskên xwe yên ji çurîskên êşê, di esmanê sedsalan de, di hişyariya hetavên westiyayî de wek ku tu çiyayan nabînî, vegire!
Wek dijminekî li deryayê binêre, pêlên aziryayî bixwîne, perdeya ewran veçirîne, serçavkên baranê bikuje, di şevistana dirêj de, li wateyên nenas ên hebûnê, tenhatiyê, evînê,berfê,…