February 15, 2010

Ebdilmecît Şêxo

Helbestek nexweş bû ,
dilê wê vekirin ,
girek peyvên avis,
sermest
di kerwaneke dirêj de
li pişt hev sîwar bûbûn ,
ji dildarên çîrokên jînê re
destanên evînê dihûnan ,
û ramanên bajarê xwe
bi ava çavên jinebiyên Amedê
Mehabadê
û Helebce
dişuştin .

Çîrok

Çîrokek bi tijî dengê xwe dikeniya ,
ji wê…