January 26, 2010

Demhat Dêrikî

Derî veke stêrka min!
Hemû deriyên dembûrî di pêşwazîkirina dilê min de bigre
Û bi wî kirasê rengsorî ku bêhna Qamişlokê jê tê
Min di eşqa welatê çavê xwe de hembêz bike.

Min hembêz bike…bi wî agirê bi hesreta hilweşîna çar dîwarin
Bi hesreta azadiya peyv û hevokan
Min di nava ramûsanên şeva xwe de bibe dilê xwe yê…