November 14, 2009

Tekoşerê bêrawestan Zeynelabidîn Ozalp bi rûdaneke nerewayî xwe, koça xwe ji nav me barkir.
Şêx Zeynî yê ku bi naznavên Şêx, Memo û Lezgîn jî dihate naskirin, bi salan wek endamekî PDK/KUK di nav rêxistinên nepenî de bi xwîmgermî, hertim wek cwanekî çalak-jêhatî xebat kir.
Şêx Zeynî bi dirêjaya salan li derveyî welêt, li Swêdê jiya….

Melevan Resûl

Ihsan *” keko hîmek bilind
Hêjî li ber çavê minî
Kohî mezin , bejna bilind
Jorî di ser erd û benî

Taqî ji xemlê tev durî
Sîqal , şemal û gewherî
Sef sef li dû hev hûn bi rêz
Emman e zindên namirî

Sêdar cihê rêzê ne ew
Qazî , Se-îd zû pêgihan
Seydo jî toxê wan hila
Kifş û diyarin bê nehan

Sêpî ji bo…

Ji bo rewanê Ihsan Fetahyan evê hebestê diyarî dikim.
Ezîz Xemcivîn

Min dixwest karibim berî kindirê,
ewê gerdena pîroz, biramûsim.
Karibim bi dengekî zîz kesera keskesorê ji dil bistirînim.
Karibim nivişta pakrewanan li hustê te bigerînim.

Bila Qadî kindira rizyayî diyarî axa Kurdistana te bikira.
Bila Şêxê pîran silavek li dilê dayika te bikira.
Bila adara xemgîn hine li destên bûkên xwe…


Azer Osî

çima guneh, xwe li serê te rapêçayî,
û di dilê te de, şaxên xwe berdayî
Jê, tû şerm dikî
û ew , bêyî ku………

çavên te girêbidî,
destên te, kelemçe bikî,
te di zindana xwe de,
dihêlî
û nahêle ku tû…
ji hêstirên çavên xwe,
tizbiya evîndariya xwe,
li ber lêfirîna pelên payîzê
û dengvedana zarokên rojê,
xweş bihûnî.
………….
Buhişt diyare,
firişteyên…

Behmen Marofî bi navê Şêrkoh Marofî naskirî ye. Çalakvanekî Kurd e, rêjîma Îranê ew bi dijminaya Xwedê tawanbar kiriye.
Ş. Marofî (30 salî) ji Kurdistana Îranê -bajarê Baneh- ye. Di 1.11.2007an de li bajarê Seqiz bi tawana propagenda dijî rêjîmê û dijminaya Xwedê dike hate girtin.
Heta nuha di zindana nivîsgeha ewlekariya Seqiz de…