November 7, 2009

Melevan Resûl

Xweşiya jiyana mirovan bi hêvî û omîdan geş û gurr dibe , heger ew hêvî têkherin wê jiyan reş û tarî be û bê wate bimîne , ango mirov bi hêviyan dijî her çendî dizane ku piraniya hêviyan bê encamin û dawî reşbînî li pêşiya wî ye , mîna mirovên bi nexweşiyên giran…

Xemginê REMO

Keçê .. kê gotî ye :
Çîya bilindin ez te nabînim ?
Çîya çendî bilind bin
Li bin çengê baz
Nizim dimînin …
Çol û beyar şax û newal
Pêk ve li bin bazikê min
Dimînin …
Û eger tu yara mine
Dvê ku ez te bibînim ….

***

Xanê… kê gotî ye :
Rêya dirêj dawî nîne ?
Gulê .. rêçê evînî yê kurtin
Û dildarê te…