October 18, 2009

Kamran Simo Hedilî

hêlîn vala hişt
û ji paşila min firî
sal çûn
roj burîn
şev bûn bigorî

kêla sebrê herifî
cihê jê çûyî û çûyê
destên bêrîkirinê girtin
di ezmûna ken de
peyv melûl
evîn tî
û
xew
di birîna dil de dîn kir
rengê janê li bajaran
û
hêvî li kolanan par kir
kuştin
zîndan
sirgûn
û
gelek êş
fêrî min kir

ez fêrî jibîrkirina xwe nekirim
min
ro hilgirt
û
bêdeng strana kevokan pêşkêş kir
tirsê zincîr qetand
nêrînê
di şîniya…

Dr. Heznî Haco

Di dîroka Tirkiyê de – ji bilî dema ciwantirk û kemalistan ve – desthilatdarek jîrektir û pragmatîktir, lê di eynî kat de bivetir û rovîtir li hember kêşeya kurd weke ya cotikê AKPe Gul û Erdogan peyda nebûye. Zilhêzên rojava, DYA û Ewrûpî ji salên 50iyan ve pişgîriya dewleta tirk dikin, lê…

Ciwan Nebî

Dibe ku ev nerîna min cihê gengeşiyekê be, lê di baweriya min de çi nivîsandin hebe ew di dawî de wergerek e. Wilo dibêjim û xweziya xwe radixim ku ev dinya hîna piçûktir bibe ta em bibin cîranên hev, zarokên me bi hev re bilîzin û şevan dema xwê, yan nan di malên…