September 28, 2009

STENBOL (nefel.com/amude.com) – «Ewroname» programeke kulturî û civakî ye û behsa reng û dengên du milyon Kurdên ku li Ewropayê dijîn, dike. «Ewroname» dê bibe navgîneke agahiyê di nêvbera Kurdên li welatî û yên li Ewropayê de. Programa «Ewroname»yê dê ji sibe û pê ve her sêşem li gor dema welatî seet 22.15ê û li…

Demhat Dêrikî

Dernegî şevê
Ez û tu û dengê barana şevê
û guve guva hestên serhildêr
li wê mezela nefispiçûk bûbûn yek can
yek giyan û çemên pêşerojê ji canê me diherikîn
tevlî dilopên barana şevê dibûn.

Şevbû,
Şevek serxweş,
Şevek dîn,
Şevek wek hev…
Li vir nepozbilindî
Nekoletî
Ne desthilatdarî
Nedewlemendî
Nehejartî hebû…
Du lêvên agirtenûrî bi xunava xwe
Evin û hezkirin di şeva bê sînor de diafirandin,
diyarî bê bextiya demê…