August 12, 2009


Hozanê girkundê

Xewnên me
Di derya xurista
Jiyanê de avjenîyê …
Dikin…
Hêdî hêdî mina
Xunavîya buharê
Bi ser kevala
Hêvîyan de dilop dikin

An jî belav di bin
Dadiwerivin …
Carekê bi xwere
Di girnijin …
Û carekê kovanên
Xemgîn di singa
Avînê de radixînin …
Fêrmiskên sar û germ
Di çavên kevalê de
Dirjînin
Çend hevokên qedexe…
Bi ser bejna asîman de
Mina meya Kevin
Dadikin …
Û hînê…