July 17, 2009

Ciwan Nebî

û tu vegeriyayî Qamişlo
li tiliyên xwe digerî,
li wan yên te ew
li paş xwe hiştin,
sîka te bûn,
asoyên te bûn,

di çola xewnên te de
lingê nerînan kul dikirin
û dawî tu vegeriyayî,
li gavên xwe dinihêrî,
li esmanan
û çawa minareyên mizgeftan
hîna aliyan moxil dikin,
hîna li çepikan dixin danezanek
ji rêya malê re
û li qeraxan
hîna bêhna bahozan diçike
û hîna……….
û hîna…………
bi tenê xaniyên
ku…