May 2, 2009

Azer Osî

Xweziya xwe,bi xwe tînim
û xweziya te, di odeya qehfê xwe de,
ava dikim
Razên te bi libên xunavê re,
çavên ziwabûyî kil dikim.

Hûnin ….we her dem,
di xewn, xew,
û tenahiya xwe de,
dibînim.
Li min hûn, bi wêneyên xwe,
barê jînê sivik dikin.
Bi we heme,
û dilê min
mîna deşta Heranê, û beriya Mêrdînê
bi bîranînên we,…