April 24, 2009

Demhat Dêrikî

Esmerê!Wê bê dengiyê bi dengvedana dilê min bikuje!Û min bibe wê cîhana xwe ya ji şevên gulgulî.Dizanim ger tu bikene û peyv ji nava lêvên te biherikin ser qada dengiyêYê gul,nêrgiz,beybûn,şîlan û welatê kulilkan serê xwe li ber te biçemînin.Yê mirî kefenên xwe biçrînin û berê xwe bidin dengvedana şahiya te esmerê.

Erê qurban,erê xanimê…


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Hêlîn

Bi vê evîna delalî, bi her du dilên hevmalî,bi nerînên ko şev û rojan li hev xwedî ne,bînahî ji te re hêlîn e.Eger ew gerim li te hênik bibean hindik bibe,ez ê dilê xwe ji te re bikim palgeh konê porê xwe li ser vegire;bila tiliyên min şeva wî şeh bike.

Qitîtk*

Buhar ji çavên te…