March 19, 2009

Bavê helbest

Silêman were pêşwaziyê
vaye mêvanê te hatin
Silêman
Xortin ciwanin
Ji dilê welatin
Nû hatî zavane

Silêman
Şêrênê dê û bavane
Nûnerê miletin
Silêman
Mûma pêxe Gula raxe
Dîlana newrozê
Li firdewsê
Lê li darxin
Silêman
Ger qedexe be
Li buhuştê
Nîşana cejnê
Kefen pêxin
Silêman
Mêvanên te
Mêrxasin mina te
Sîng li gulane
Gule barane
Silêman
Mêvanên te
Deng dane
Qamişlo mizgîne
Mêvanên te
Li ser doza hebûnê
çirisk di çirisînin
dilê me yê birîndar
bi hêviyan…