February 22, 2009

Meşel temo

Jiyana min, di hûnavê min de ye lewma tiştek kêm nine, tenê pir dem ji min re gereke, her roj dihisim ku pir tiştin hebûn min nekirin, ango demkî veqetînim ji bo kêm razêm, pir şiyar bim û heke min heyv bi dîta, minê li ser tîrêjên wî, hink ji xwe binivîsanday…


XEMGÎN Ê REMO

Sînga te welatekî efsane ye
Û memikên te
Du rêyên serekî ne
Rojhilat û roava
Bakur û başûr
Bi hev ve dighînin …

Rûyê te
Jêmayên dîrokeke pînekirî
Diyar dike
Û helbesteke ciwan
Bi xunavê nivîsandî
Li ser pelê şenge-gulên
Sibehan
Di çavên tede ez dixwînim …
Û rê hemî
Li ber min girtîne
Ezê çawa xwe bi kenarê
Lêvên te ve bighînim ..?
Ey cana can-vejîn
Min…